Li gorî Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Piştî kuştina hejmarek ji şîe û peyrewên Ehlê Beytê (Silav liwanbin) di roja cîhanî ya Qudsê de li Nîjeryayê, Hucet ul-Îslam Wel-Muslimîn Dr Şefqet Husên Şîrazî. bang li hemû Mislimanan kir ku li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin.
Di 30ê Adara 2025an de, di meşa Roja Qudsê de li Nîjeryayê, artêşa wî welatî bi guleyên rastî 10 kes kuştin. Herwiha hejmareke zêde ji xwepêşanderan jî birîndar bûne yan jî hatine girtin û heta niha ti nûçe ji çarenivîsa wan nehatiye zanîn. Bûyer ji ber xemsariya medyaya cîhanî ti nûçeyek cidî ya medyayê negirt.
Dr. Şefqet Şîrazî di daxuyaniyekê de ragihand: Ev xwenîşandan weke her sal ji bo piştevaniya gelê Filistînê û nerazîbûna li hember êrişên Israîlê ser Xezzeyê hat lidarxistin. Lê civaka navneteweyî weke ku me berê jî dît, li hemberî qutkirina dengên edaletê careke din bêdeng ma.
Got jî: hindek rêkxistinên mafên mirovan bi tenê bi belavkirina daxûyanîyên bêbandor têr bûn û ji ber vê sedemê jî ev karesat negihîşt medyaya serekî.
Şefqet Husên Şîrazî, balkişand li ser wê yekê ku beşdarbûyan bi awayekî aştiyane û yasayî xwenîşandanan dikin, kiryara leşkerî li dijî wan nepêwîst û hovane binav kir û dilgiraniya xwe jî derbarê nebûna zanyariyan derbarê rewşa birîndar û girtiyan nîşan da.
Di dawiyê de Alîkarê Karûbarên Navneteweyî yê Yekgirtûya Mislimanên Pakistanê (PML-N) bang li misilmanên cîhanê kir ku li hember zilm û tundiya ku li Nîjeryayê tê kirin bêdeng nemînin û rastiyê bigihînin guhê cîhanê.
..............
/Dawiya peyamê
Tags
Encûmena Yekîtiya Misilmanên Pakistanê
Şîeyên li Nîjeryayê
Meşa Roja Qudsê
11 April 2025 - 20:15
News ID: 1548435
Hocet-ul-Îslam Dr.Şefqet Şîrazî Cîgirê Serokê Karûbarên Navneteweyî yê Partiya Yekgirtûya Misilmanên Pakistanê bêdengiya medyaya cîhanî li hember kuştina xwenîşanderên Roja Cîhanî ya Qudsê li Nîjeryayê şermezar kir û bang li hemû misilmanan kir ku li hember vê zilmê biqîrin û vê zilmê eşkere bikin.
Your Comment